Raziyane
Giyayek e wek derman tê bikarhînan.
Delal
Nazdar. Şox û şeng.
Wirdbîn
Bîrtîj û xwedîhiş. Hişyar û têgihîştî.
Weyse
Weys. Navê şêxekî ye ku gorra wî li ser çiyayekî ye li Mayîdeşta Kerecê.
Cegerxwîn
Cigerxwîn. Navê helbestvanekî herî navdar ê Kurdistanê ye. Kesê pir xemgîn be.
Pereng
Lerzaneya guharê. Pengir. Sikl.
Şapesen
Guleke rengbireng e.
Gulebax
Gula Mihemedî. Sorguleke bêhnxweş a buharî ye.
Dilram
Dilnerm.
Çîne
Rêzek ji dîwarê herî.