Akran

Agiran. Agirdan. Cihê agirperistan.

Xeşîl

Giyayê Xuşîlk.

Sirwe

Gotûbêja evîndarane. Raz û niyaz. Şine. Bayê hênik ê sibezûyan.

Rojhilat

Rojhilat. Ew aliyê ku roj derdikeve.

Etreş

Ziraw. Zirav. (Ke çawim pê kewt le tirsa etreşim perrî. Wate dema ku min ew dît zirava min qetiya.)

Ferkar

Kesê ku destûr an fermanekê radigehîne û dixwîne.

Arşam

Bihêz û zordar. Navê serdarekî Mad e.

Mirarî

Mirwarî.

Felek

Gerdûn.

Zaza

Nevî û nevîçirk. Herêmeke pan û berîn e li Kurdistanê. Yek ji zaravayên kevn ê zimanê kurdî ye. Tîr yan beşek e ji Kurdan li Bakûrê Kurdistanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!