Anahîta

Di pirtûka Avestayê de tê wateya pak û bêgerd. Anahîta Xwedayek e ku ji aliyê Ehûramezda û Zerdeşt ve jî rêz û hurmet jê re hatiye danîn. Anahîta çavdêriya ava hemû cîhanê dike.

Xencer

Şûr. Kêrika dirêj a destikdarîn ku zemanê berê dixistin ber şûtka xwe de û şer pê dikirin.

Rana

Navê yek ji yezdanên zerdeştiyan bûye.

Derbaz

Rizgar. Qutar.

Raye

Kêrhatî. Hed.

Telas

Zêderewî.

Rûbab

Rebab. Alaveke muzîkê a serdema Sasaniyan e.

Kejok

Berê giyayekê ye ku rengê pemboyê dide û spî ye. Awrîşma xaw.

Peşmîne

Ji peşmê hatî çêkirin. Perçeyeke nerm û ciwan e ku ji hiriyê tê çêkirin.

Rêşkaw

Wehm û xeyal.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!