Sipêr
Sper. Sîper. Çeper. Senger. Qelxan. Mertal.
Hetar
Kevirê mezin û xir.
Rojhat
Rohat. Hatina rojê.
Garosa
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.
Laz
Lawê ciwançak. Lawê bedew û şoxûşeng. Şek û beranê çarsalî.
Peywen
Têkilî û dostî. Motorbeya dar û ... hwd.
Helîn
Heliyan. Tiştek ku di nav tiştekî din de winda dibe. Nemana tiştekî di nav tiştekî din de.
Şarê
Rêya pan û sereke.
Rojbeyan
Navê eşîreke Kurd in ku li Başûrê Kurdistanê dijîn, û Cemîl Rojbeyanî nivîskar û zanayê navdar ê ku bi biryara hikûmeta Beis û bi destê Kurdê xwefiroş hate kuştin, ser bi vê hozê ye.
Vînda
Kesê ku hêvî û mirazek hebe.