Rezû
Şêneya darberûyê.
Nisê
Sîber. Sî.
Bêrat
Cihê ajeldariyê. Çiyayek e li rexê çiyayê Karox li Başûrê Kurdistanê.
zîlan
Kevirê gelek mezin. Raz.
Helkewt
Hilkeft. Derfet. Derfetên ku kêm têne pêş.
Zanav
Wekî hevûdin. Şibhî hevûdin.
Bandora
Karîgerî
Avan
Navê rêzegirên nêzî bajarê Kerkûkê ye li Başûrê Kurdistanê.
Gulan
Di salnameya kurdî de duyem meha buharê ye. (Xakelêwe, Gulan, Cozerdan). Di salnameya zayînî de piştî meha Nîsanê ye: Adar, Nîsan, Gulan..
Havîn
Demsala havînê.