Dêber
Erdê binê gund.
Pelke
Pirça vehûnayî.
Berfê
Befir. Wek befrê.
Dasîle
Dasa piçûk.
Erxewan
Dareke pelgpan a naskirî ye ku gulên wê sor lê nêzî rengê pembeyî ne. Hindek caran heya 12 metroyan dirêj dibe. Navê wê yê zanistî "Cercis siliquastrum" e.
Gilara
Bînahiya çav.
Poşî
Xavik. Serpoş. Egale. Kevînk. Şaşik. Laçik. Pêçe. Serpoşk.
Gulnaz
Gula naznazê. Wek gulê bedew û nazik.
Agiro
Agir. Agirê piçûk.
Şende
Peyveke hewramî ye bi wateya kutxwarî. Navê nadiyar.