Sertac
Tac li serî.
Xoser
Serbixwe. Serberedayî. Kesê bê bîrkirin karekî encam dide.
Qurîng
Quling.
Kalme
Navê şemşîreke kevn e.
Diljîn
Jiyana ji dil ve.
Zeytûn
Navê darekê ye ku li Rojava û Bakûrê Kurdistanê zêde heye.
Same
Peyman, Merc, Qerar, Stargeh, Deyn. Qer.
Babûne
Giyayekî buharî ye û gula wî spî ye û nîveka gulê zer e.
Amal
Nêzîk (Filan kes rengê wî amal zerde. Wate filan kes rengê wî nêzî rengê zer e).
Nasiyar
Nas. Aşna. Nasiyaw.