Erwend
Elwend. Rewşenbîr.
Kaje
Boseya nêçîrvan. Kiloxê mirovan (Hestiyên serî). Qalik (Tiwêkil. tûkil).
Aşiq
Dildar. Evîndar.
Qetare
Pile û paye. Qetareya fîşekan. Rêz. Qetareya siwaran. Rêza siwaran.
Herde
Xwarin. Xurek. Çolistan. Deşta ku girên piçûk tê de ne.
Karsa
Sinduq yan teşta nan û xurekên din.
Bîtwên
Betwên. Herêmek e li rexê Raniye li Başûrê Kurdistanê.
Reyhan
Rêhan. Giyayekî bêhnxweş e.
Bûjan
Navê gundekî ye li Îlamê. Giyayek ku çilmisîbe lê cardin şîn bibe û werarê bike.
Ewjen
Hawêjer. Şikêner û bezêner.