Extan

Derfet. Firsend.

Teraz

Rêk û beranber. Wek. Alavek e ku hostayê dîwaran bi kar tînin.

Herkî

Navê eşîrekî Kurdan e.

Majel

Maziya piştê.

Sawîr

Sam. Metirsî. Biheybet di hemberî kesekî de.

Êvar

Hêvar. Êwar

Helale

Navê gulekî ye. Gulale, Sorgul, Mêlaqe, Rebenok.

Engore

Dema êvarê. Wê demê. Dema ku fêkî digihîjin û çêdibin.

Ramiyar

Şivanê pez. Agehdarê revda hespan. Siyasetzan.

Koçber

Kesê ku neçar dibe mal û halê xwe bi cih bihêle û li cihekî din bijî. Penaber.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!