Tewen
Kevir. Ber. Kuçk.
Begzad
Begzade. Malmezin. Malbeg.
Gelo
Aya. Axo. Tu bêjî. (Gelo tu bêjî rojekê Kurd bigihîje armancên xwe?). Bo pirskirinê tê bikaranîn.
Lîna
Kûpeyê mezin ê şerabê.
Helez
Balkêş
Xanîle
Gundek e li herêma Riwanser li Kurdistanê.
Xezal
Mamiz, Ask.
Saman
Heyî. Ewlehî. Eman. Navmal. Hewcehiyên jiyanê.
Rengale
Teyrekî rengbireng e ku mêşhingivê dixwe.
Barêje
Ba û baran pêkve. Ba û boran.