Makwan
Çiyayekî bilind e li Başûrê Kurdistanê.
Sêwexan
Xatûna Sêwe. Xanima Sêwe.
Sarema
Berdana karik û berxikan bo şîrxwarinê di dema şefeqê de berî dotina şîrê dayîkên wan.
Agom
Paşayê Kasiyan û biraziyê (Olam Boryaş) bû ku karî dawî kelha Someriyan li peravê behrê wêran bike.
Reşmêw
Yaqûtî. Cureyeke tiriyê hûr ê sorê tox û nêzî reş e ku li herêma Sine zêde heye.
Binawî
Gundek e li rex gundê Hinare li ser rûbarê Bestore li Başûrê Kurdistanê
Binar
Quntar. Berbinî.
Rawe
Şîroveya watayê. Ferman e bo rawestanê. Raweste. Bisekine.
Efsane
Destanên xeyalî.
Xoşîn
Navê rêberekî ayînî yê yarsaniyan e. Xwerisk. Piştî baranê.