Çetîn
Çetin. Zehmet. Dijwar. Ne hêsan.
Kasan
Çiyayê lêj û evraz. Navê çiyayekî ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.
Parêz
Parastin.
Amêxa
Navê yek ji paşayên Kurd ên Lolo bû li sedsala 14an a berî zayînê.
Ad
Girav. Hişkatiya nav avê de. Hêz. Şiyan.
Pîroze
Balindeyekî efsaneyî ye. Kevirekî şîn ê binirx e.
Kaniyata
Navê gundekî ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.
Sakaw
Navê kaniyekê ye di navbera Bîcat û Dîwandereyê de li Rojhilatê Kurdistanê.
Bextewer
Xweşbext.
Xaniyan
Hozeke Kurd e li Cizîr û Botanê ku Şêx Mihemed Merdoxê Kurdistanî Di pirtûka “dîroka Kurd û Kurdistanê” de dibêje: Xaniyan li derdora Bayezîdê dijîn.