Qadê
Xak. Erd. Meydan. Gorrepan.
Kerevan
Kesê ku keran dibe çêrgehê ku biçêrin.
Jîro
Mirovê jîr.
Pirjol
Pirzol, wek rîşalên genimeşamiyê. Perîşan. Pirş û bilaw.
Mêgir
Jiwangeha keç û kuran. Çavkaniya ava Rewanduzê ye li quntara çiyayê Kurê.
Bawan
Mala Bavo. Bab û bapîr
Qesrî
Qesrîn. Sirêbirî. Tevizî.
Bejî
Dexlê dêm. Dahata dêmekar.
Rêjing
Çeka ku fîşengan li pey hev davêje.
Roşna
Roşin. Rûnak. Ronahî.