Arkî
Herkî. Navê çiqekê ye ji hoza zêbariyan.
Keko
Kekê min. Birayê min.
Şalîl
Şalûr. Şalûl. Bilbil.
Îsêwe
Navê gundekî ye li herêma Pişderê. Îna: Hîna. Anî.
Keşîne
Masiyê xaldar.
Taman
Temen. Emir. Çeper. Çît. Teyman.
Casene
Gasene. Casene navê gundekî ye li nêzî gundê Qemçoxe ku herduk jî di navbera herdu çiyayên Sara û Ejdehak hilketine û nêzî gundê Kanîxan in. Li nêzî gundê Casene şikeftek heye ku bi şikefta Casene navdar e û nêzî gundê Sûrdaş e li nêzî bajarokê Dukan li herêma Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.
Şohan
Navê gundekî Kurdan bû ku ji aliyê hikûmeta Be`is ve hate valakirin û Kurd li wir derxistin û wêran kirin, û Ereb tê de akincî kirin.
Mangrû
Dêm wek heyvê.
Yargul
Yar û dostê gulan.