Niyar
Şanoger. Lezyîza ser şanoyê.
Wirda
Wate akincîbûn û arambûn.
Canfîda
Giyanbaz. Canbaz. Fîdakar.
Sone
Ew jî mirawiyek e ku dibêjne a nêr “serkesk”, û dibêjne a mê “borçîl an borçîn”. Werdek.
Pijal
Çiloya nazik.
Dêrîn
Kevnar. Mêjîn.
Kemere
Kember. Navqed. Cihê bangder li ser minareyê. Gaşeberd. Navenda topa erdê.
Behest
Serwext. Haydar. Hişyar. Wirya.
Koken
Çiyaken. Yê ku çiya dikole. Naznavê Ferhadê Lor an Ferhadê Kûhken evîndarê navdar ê Şirînê ye. Dema dirûna gijûgiya ye bo ajalan.
Maznê
Mezin. Gewre. Gundek e di navbera Mêrgesor û Balekiyan li Başûrê Kurdistanê.