Lava
Bedew û li ber çav.
Xidiran
Gundek e li Başûrê Kurdistanê.
Xawêr
Di navbera xew û hişyariyê. Xewayî.
Direwşe
Birîqe. Birîske.
Pirjol
Pirzol, wek rîşalên genimeşamiyê. Perîşan. Pirş û bilaw.
Hawjîn
Havjîn, Du kes ku pêkve bijîn û derbas bikin. (Xafilandin û xapandin: Ew minale bihawjîne.)
Şamar
Ejdeha. Ejdîha. Çiqek ji Kurdan in ku akinciyê Xaneqîn û Sine ne.
Şewbo
Giyayek e ku destpêka buharê şîn dibe û gulên spî derdike û bêhnxweş e, û bi roj bêhna wê tuneye, lê dema ku roj ava dibe û hewa hênik dibe, bêhneke xweş jê tê û heya şefeqê ew bêhna xweş her dimîne.
Êza
Xelat.
Mazê
Mazû. Mazî.