Çeper

Senger. Dîwarê ku ji dar û giyayê hişk hatibe çêkirin. Posteçî ku nameyan tîne û dibe.

Ate

Zarok vê peyvê wek hezkirin bo bav bi kar tîne.

Paçîne

Nerdîwan. Peyje. Pêlekan.

Tîrvan

Tîrhavêj.

Wajîn

Avdaniya şitilên titûnê heya du sê rojan li ser hev bona ku şîn be û xwe bigire. (Bi soranî: Gûran. Riskan.)

Rubat

Boseya nêçîrvan. Veşartgeha kewê.

Bahîv

Behîv. Badem. Çeqalik.

Qetof

Selika ku fêkiyan dixin tê de.

Solan

Kok û binetar. Bineçe. Tuxm.

Begzad

Begzade. Malmezin. Malbeg.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!