Bersa
Navê kurdî yê gundekî bû li herêma Hekarî ku dewleta Tirk guherî û navekî tirkî danî cihê wê de.
Perjîn
Perçîn. Şûreya dewra bax û bêstanan ku kelem (qelemên tûj) pê ve bin.
Şengal
Navê bajarekî Başûrê Kurdistanê ye ku piraniya şêniyên wê êzidî ne.
Xende
Kenî. Girnjijîn.
Dajdar
Piştevan. Parêzer. Pasewanê kelhê.
Efsane
Destanên xeyalî.
Kevî
Renî. Rinû. Kewaneya dewra def û bêjingê û ... hwd. Cure giyayek e. Kedî. Qeraxa avê. Textê rûniştinê.
Kenîle
Keça piçûk. Sernavê straneke hewramî ye.
Bawer
Bawerî. Bawer bike (xatircem be ku rast e). Di soranî de bo kewşenê navbera du zewiyan jî bi kar dibin.
Şengedar
Dara ciwan. Şox û serhal.