Dilavîn
Dawiya buharê û destpêka havînê.
Kûran
Darê cengelî. Di dema havînê de dema ku ba ji pencereyekê ve derbasî pencereye din dibe û hundir hênik dibe dibêjinê kûran.
Elmas
Kevirekî gelek qahîm û giranbuha ye.
Lawko
Kurê law. Kurê nûgihayî.
Ad
Girav. Hişkatiya nav avê de. Hêz. Şiyan.
Çeman
Pirjimara peyva çem.
Welîw
Navê gundekî ye li rexê Nelosê li herêma Serdeştê.
Şaxo
Şaxê piçûk. Amaje ye bi şaxê ajalan û çiyayê piçûk.
Semender
Gula yasemîn.
Mezda
Kurtkiriya Ehûramezda Xwedayê Zerdeştiyan bûye. Kulega ku tîrêjên tavê tê re derbas dibe.