Zêwerko

Navê gundekî bûye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku xelkê wê dûr xistine û ereb danîne cihê wan de.

Dasîle

Dasa piçûk.

Sernas

Birêz. Di nav xelkê de naskirî.

Akam

Encam, Encama kar.

Şikofe

Şigove. Pişkûj. Gulok. Gula ku nû dipişkive û dibe fêkî.

Dilêr

Mêrxas

Rewez

Kevirên çînçîn ên kembera çiya û serê çiya.

Avşîn

Ava şîn.

Serdeşt

Navê bajarekî ye li Rojhilatê Kurdistanê.

Wênaz

Cihê ragirtina wêneyan.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!