Sosin
Sûsen. Navê gulekê ye ku heya niha nêzî 100 cureyên wê li cîhanê hatine naskirin. Navê wê yê zanistî "Lilium spp" e.
Zengelan
Gundek e li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Rade
Çawanî (çilonayetî). Ast. Barist. Dêrane.
Erasin
Navê mamê Zerdeşt peyamhînerê Kurd bûye, ku wiha xuya ye di gundê xurrxurreya Mehabadê jiyabe.
Aryas
Fermandarekî împeratoriya Mad bû.
Çepek
Kesê ku bi destê çep kar dike yan dinivîse. Gund an baxê dûrdest û dûr ji serê rê.
Qedîfe
Perçeyê mexmer. Guleke sor e.
Gulbejin
Mêr an jina ku zirav û bedew be dibêjinê gulbejin.
Cango
Kurtkiriya cehangîr.
Maje
Ji malbata zerdeştiyan.