Savire

Navê gundekî ye ser bi herêma Barzan li Başûrê Kurdistanê.

Înan

Bawerpêkirin. (Wek: Înan bike li ba min nîne).

Rojen

Rojin. Roçne.

Jîkan

Dilopên baranê.

Tafe

Tavge. Sûlav. Dengê avê û bayê bihêz.

Bêrî

Rîzkirina pez bo dotinê.

Nehrî

Cureyek tiriyê spî ye. Rûbarê mezin. Navê herêmekê ye li Kurdistanê, ku şêxên mezin li wir hene û bi şêxên Nehrî navdar in.

Rewêje

Ew tîxeya ku kevçiyan pê çêdikin.

Qeware

Qebare.

Semen

Rûmet. Semengul. Gula Yasemen. Zerê kal. Gulezêrîne.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!