Aşêf
Binkolkirina pincar bona ku bihêz bibe.
Derûn
Hundir. Hundirê her tiştekî. Dil. Vijdan. Hinav. Navzik.
Jîlewer
Jînewer. Zîndewer. Giyandar.
Karnas
Şareza di kar de. Zana di kar de.
Wersa
Pêşsan. Qerewilê pêşiya leşker.
Şelîl
Qoxeke pêwendkirî ye ku ji qoxê piçûktir e.
Zeynel
Erdê ku neft hebe. Gundek e li berê Mawet li Başûrê Kurdistanê.
Givîşk
Goyij. Gêwij. Giwîj.
Avzîn
Pengurîna avê û piştre rabûna wê wek lehiyê.
Star
Dapoşîn. Aramî. Oqre.