Semengul

Gula yasemîn.

Geşî

Rûmetgeş.

Gulfiroş

Kesê ku gulan difiroşe.

Geşbîn

Kesê ku reşbîn nebe û bîr ji siberojê jî bike

Fîdakar

Fedakar. Kesê giyanfîda. Canfîda.

Besê

Ji peyva “bes” hatiye wergirtin. Serbendê straneke kurdî ye (Hey Besê emrim Besê). Ew nav li herêma Mengurran zêde heye.

Casene

Gasene. Casene navê gundekî ye li nêzî gundê Qemçoxe ku herduk jî di navbera herdu çiyayên Sara û Ejdehak hilketine û nêzî gundê Kanîxan in. Li nêzî gundê Casene şikeftek heye ku bi şikefta Casene navdar e û nêzî gundê Sûrdaş e li nêzî bajarokê Dukan li herêma Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.

Sirîwe

Sirwe, Nesîm, Bayê hênik, Şine.

Kewxal

Bedew wek xala kewê. Amaje ye bi dilbera bedew û şox û şeng.

Sardorîs

Navê yekem paşayê Orarto bûye ku çiqek in ji çiqên kevn ên Kurd ku hevserdemê Asûriyan bûne û bi ser xaka Lolo de hukim kirine.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!