Serbêr
Ew keça ku serê mîh an bizinê digire bo dotinê. Yekem ajala ku tê dotin.
Hawlan
Hevhêlûn. Hevmal. Hevpar.
Armîş
Hewrîşm.
Raweş
Hereketa tund. Hejandin.
Awreng
Ji av û reng pêk tê, ku ji serdema rênisansê ve heya niha bo nîgarkêşanê bi kar tê.
Rajîn
Rajêner. Ajotvan. Lêxorr. Xizmet.
Gemo
Çiyayek e li herêma Qesra Şirîn li Kurdistanê.
Bilûman
Bilûman Çiyayek e li herêma Xuremawa ya Loristanê.
Gizing
Tîrêjên tavê ku spêdeyan li cihên bilind dide.
Şilûmil
Bedewiya leş. Nerm û niyan.