Canbaz
Giyanbaz. Canfîda. Fîdakar.
Awasî
Lewendî. Soranî.
Rezaw
Rezav. Ava tiriyê. Gundek e di navbera Sine û Merîwanê ku girêdayî Hewramanê ye.
Şamêr
Mêrê sed mêra (Kesê gelek mêr be). Piyawî be wata piyaw. Bejnbilind. Mostankên gir.
Rojhilat
Rojhilat. Ew aliyê ku roj derdikeve.
Nigîn
Bext. Şans.
Çawbelek
Çavbelek. Çavên belek.
Zana
Şareza, Kesê ku gelek dizane. Dana. Aqilmend. Hişmend.
Kosan
Kiwêstan. Zozan. Navê bajarokekî Kurdnişîn bû di navbera bajarê Kût û bajarê Neimaniye ku bi destê hikûmeta Beis Kurd hatin awarekirin û Ereb anîne cihê wan. Kût û Neimaniye jî di serdemên kevn de Kurdnişîn bûn, lê ew jî bi destê hikûmeta Beis hatin erebnişînkirin.
Qaspe
Qebeqeb. Awaza kewê. Dengê kewê.