Sawerz
Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê li herêma Hekariyê ku 3189 metroyan bilind e.
Nazilî
Nazdar û nazenîn. Serbendê straneke kurdî ye.
Askele
Xezala piçûk û xweşkok.
Şêr
Navê ajelekî ye.
Şoxan
Şox û şeng. Bedew û çalak. Spîndar.
Demame
Demamk. Mask. Zozanê ku ti carî berfa wê nahele.
Şîba
Sivikebayê şevê. Ronahî û şewq.
Êzdan
Yezdan.
Cembelî
Navê evîndarê Binefşê û rûniştiyê Hekariyê bûye di çîroka “Cembeliyê Hekarî” de.
Meyrem
Meyremê. Ji navê Meryemê hatiye wergirtin ku navekî kevn ê aramî ye. Serbendê straneke kurdî ye.