Dasinî
Gundek e li herêma Sîdekan li Başûrê Kurdistanê.
Canê
Ji peyva Can hatiye wergirtin wek hesta hezkirinê.
Herîse
Stêrk.
Dîndar
Kesê dînê wî heye. Kesê di dînê xwe de gelek qahîm e. Navê darekî ye ku rengê darmaziyê dide, lê pelgên wê zer in.
Pelke
Pirça vehûnayî.
Qelxan
Sîper. Mertal.
Azbanîk
Navê çiqeke kevn a Kurd e ku ji Qefqazê hatine û wek Kardoxiyan bi yek ji bapîrên Kurdan têne hesibandin.
Kane
Karê hilkolîna daran.
Rewrrewk
Tirawîlke. Serab. Cihê ku ji dûr ve wek avê dixuye, lê dema nêz dibî dibînî ku ne av e.
Anahîta
Di pirtûka Avestayê de tê wateya pak û bêgerd. Anahîta Xwedayek e ku ji aliyê Ehûramezda û Zerdeşt ve jî rêz û hurmet jê re hatiye danîn. Anahîta çavdêriya ava hemû cîhanê dike.