Soze

Soz. Stran bi dengê nizm. Teziyatiya sirê. Geriyana li pey nûçeyan. Hezkirin.

Asîde

Helwaya ku doşaw digel de be. Helwaya ku ji ar û rûn û doşawê tê çêkirin. Mirtoxe.

Kewxal

Bedew wek xala kewê. Amaje ye bi dilbera bedew û şox û şeng.

Kaje

Boseya nêçîrvan. Kiloxê mirovan (Hestiyên serî). Qalik (Tiwêkil. tûkil).

Pilîse

Miqesok. Perresîlke.

Binawa

Kebanî. Jina maldar. Çêkirina cogehan li nav çavkaniya avê bo gihandina avê ber bi wan zeviyên bilind ku av nagihîjê.

Jaja

Giyayekî bêhnxweş e.

Pelke

Pirça vehûnayî.

Lêval

Keç an jinek ku lêvên wê sor û bedew bin.

Boran

Kirêwe, Kirofe, Bayê tund ku berf û baranê di nav xwe de lûl dide û dibe cihekî din.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!