Bêja
Qiseker. Axaftinvan.
Guhêz
Veguhêz.
Kirmanc
Kirmac. Kurdmac. Kurdmanc. Navê kevn ê Kurd. Beşeke zêde ji nifûsa Kurdan li Bakûrê Kurdistanê. Li herêma Mukiryanê dibêjine gundiyan Kurmanc.
Agirîn
Wek agir. Bo mirovên biwêr û netirs bi kar tê.
Başar
Xweragirtin, Pê karîn (Kes başarî nakat, wate: Kes pê nikare, Kes nikare li hember wî/ê de xwe ragire).
Dasîle
Dasa piçûk.
Firo
Xwarinek e ku ji şîrê çêl, mîh an jî bizina nûzayî tê çêkirin.
Şaxan
Koma çiyayan. Şaxê beran û pezkoviyan û ... hwd.
Payenaz
Xoşûbêşkirin digel mêhvanan.
Mîlan
Navê hozeke Kurd e ku li bakûrê bajarê Xoyê dijîn. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.