Qeman

Hişkbûna dara ter. Kaniyek e li ser kopîtka çiyayê Şinirwê li herêma Helebçeyê.

Kasme

Nanê ku hewîra wê digel rûn hatibe şêlandin.

Rewak

Ew cihê ku şerabê tê de parzîng dikin. Şîreya şil a hingvînê.

Ater

Agir. Gurriya agir.

Çolî

Çol. Vala.

Çeleng

Şoxûşeng. Çiqlê darê. Zerfên mezin.

Zazê

Şermoke. Kêmqise.

Bêxal

Sade. Befra spî. Ava pak. Navê seyrangehekê ye li nêzî Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.

Kejan

Pirjimara peyva “kej”. Peyveke hewramî ye û tê wateya çiya.

Sariya

Navê çiyayekî ye li herêma Hekariyê li Bakûrê Kurdistanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!