Çetîn
Çetin. Zehmet. Dijwar. Ne hêsan.
Wehran
Rojek e li her mehekê ji mehên ola Zerdeşt.
Şatar
Tara mezin a muzîkê.
Hawêr
Herçar alî. Ji hevdu veqetandina berx û karikan ji dayîka wan bona ku şîrê wan nemijin.
Bedirxan
Malbateke navdar e di nav Kurdan de, ku ji bo gelê xwe di warê rewşenbîrî û siyasî û ... hwd de gelek ked dane.
Ronyas
Rûnas. Rûynas. Zertik. Giyayek e ku pelgên wê tûj û gulên wê zer û piçûk in û du metroyan bilind dibin. Ji reh û rîşeya vî giyayî bi kar tînin bo rengkirina bendikan û hiriyê rêsayî, û rengê wê jî sor e.
Komar
Şêwaza deshilatdariyê li ser bingeha dengê xelkê.
Helîn
Heliyan. Tiştek ku di nav tiştekî din de winda dibe. Nemana tiştekî di nav tiştekî din de.
Ader
Kehêl. Resen
Batînok
Rebenok. Sorgul.