Pepûle
Perwane. Nimnimok. Pelatînk.
Gulbanû
Navê mêşekê ye ku dimşîşk heye.
Xêwane
Berkut. Genimê ku berî wê ku dema dirûna wê hatibe, didirûn û dikutin bo xwarinê.
Arabxa
Bajarê gurriya agir. Cihê ku neft hebe. Navê Kerkûkê bûye di sala 572an a zayînî de.
Kevok
Kevûk. Kavûk. Kavok. Kabûk. Kotir. Bi zazakî dibe “Boran”. Serbendê straneke kevn a kurdî ye ku Hesen Cizîrî xwendiye.
Serko
Serkone. Lome. Sexerbirin.
Avzêm
Awzêm. Korekanî. Kaniya ku buharan derdibe û havînan diçike.
Rewan
Her tiştê ku diherike wek: Ava rewan, Hespê rewan. Xwendina rewan û bê kêşe.
Herale
Kulîlk. Pişkûj.
Yara
Şiyan. Ey yar. Serbendê meqamên kurdî ye.