Şehêne
Şehên. Şahên. Teyrekî nêçîrvan a çavciwan e.
Sosar
Teyrekî masîxwer e ku li Bakûrê Kurdistanê li rexê Wanê heye.
Ferîdûn
Fireydûn. Paşayê Pîşdadiyan li Îranê.
Kema
Giyayekî bilind e ku ajal dixwin û digel giyayê din tê hişkkirin û di demsala zivistanê de bi ajalan tê dayîn.
Kîjok
Keça piçûk. Gundek e li herêma Germiyanê li rexê Kelarê li Başûrê Kurdistanê.
Mirarî
Mirwarî.
Rojyar
Rojgar. Hetaw.
Amanc
Armanc, Mebest, Niyet, Nîşan. Merem.
Diljan
Dilbijan. Dilêş. Dilbikul. Keserkûr. Pirr xemgîn. Gelek melûl.
Kewij
Arezû. Awat. Hêvî. Meraq.