Beheşt
Buhişt. Baxên Xwedê di dunyayê de.
Narîn
Peyveke kevn a nav Gatayên Zerdeşt e û wateya agir dide. Nazik. Zirav. Jina şermoke. Straneke xembaran e.
Bûkê
Bûk.
Rabûn
Hestan. Rasan. Raperîn.
Bênav
Nenaskirî.
Arad
Navê firişteyekê ye di ola Zerdeştî de.
Qars
Hêrd. Tûre. Carriz. Bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.
Adînan
Gundek e di navbera gundên Kakesiya û Nasirawa li Seqizê.
Hêmin
Hêdî. Aram. Ser hemdê xwe.
Mardîn
Navê parêzgeheke Bakûrê Kurdistanê ye ku ji deh şaristanan pêk tê û navenda wê jî bajarê Mardînê ye. (Li Başûrê Kurdistanê navê keçikan e jî.)