Hengiv

Hingivîn.

Gaware

Dola Gawiran. Gawere. Çiqek in ji hoza Goran li Kirmaşanê. Di koka xwe de (Gawirderre) bûye, wate: Dolek ku Kurdên Goran li derdorê jiyabin.

Raye

Kêrhatî. Hed.

Haydar

Agehdar.

Sosar

Teyrekî masîxwer e ku li Bakûrê Kurdistanê li rexê Wanê heye.

Odar

Ter û taze û avdar.

Qesrî

Qesrîn. Sirêbirî. Tevizî.

Teraz

Rêk û beranber. Wek. Alavek e ku hostayê dîwaran bi kar tînin.

Jîlvan

Nobedarê agir.

Hewraman

Horaman. Herêmeke çiyayî ye ku beşeke wê dikeve Başûrê Kurdistanê û beşek jî dikeve Bakûrê Kurdistanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!