Pîçik
Kiftê sawarê ên sade. Giyayek e wek piyazê ku ji bo kelaneyê bi kar tê.
Çawciwan
Çavciwan. Çavên bedew û ciwan.
Korja
Bi zazakî “kûjeke”. Bîbîley çaw. Gilîlka çav.
Şahîne
Jina paşa. Şajin. Xweşî û şadî.
Radane
Navê gundekî .kurdakincî ye li Nexedeya Rojhilatê Kurdistanê.
Fatliye
Fatê. Fatimokê. Fatima piçûk û rihsivik.
Qasid
Nameber. Peyamber. Kesê/a peyaman tîne û dibe.
Rojen
Rojin. Roçne.
Qezaz
Firoşyarê hewrîşmê.
Nakam
Yê/a ku negihîştiye hêvî û miraza xwe.