Awzer

Ava zêr.

Arabxa

Bajarê gurriya agir. Cihê ku neft hebe. Navê Kerkûkê bûye di sala 572an a zayînî de.

Jîr

Zîrek. Zana. Aqil.

Rêdîr

Rêdûr. Kesê ku riya wî dûr e.

Xoşnaw

Cureyek tiriyê reş e. Eşîreke Kurd e li Hewlêrê. Xoşnawetî cihê jiyana wê eşîretê ye.

Çîlan

Qifl û kilîd.

Mawet

Bajarokekî Başûrê Kurdistanê ye ku hate kîmyabarankirn, lê niha hatiye avedankirin.

Destyar

Desyar. Hemdest. Yarmetîder. Alîkar.

Binar

Quntar. Berbinî.

Terçik

Keskatiya ter û taze. Keçên nazik û bedew.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!