Rafîna

Gundek bû li Başûrê Kurdistanê ku Be`isê wêran kir.

Arasp

Serdarekî Mad bûye ku di zarokatiya xwe de digel Kuruş mezin bûye.

Dewran

Rojgar. Zeman.

Berhan

Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.

Basê

Navê şikeftekê ye li herêma Bîngolê. Navê kaniyekê ye li herêma Merîwanê ber bi riya Bane.

Majel

Maziya piştê.

Awrîşm

Hewrîşm. Hewrêşm.

Dilbirîn

Kesê ku dilê wî bibirîn e. Dilê wî bikul û keser e.

Soşîn

Giyayekî stûr ê bilind e ku binê wê wek silkê (çuxenderê) ye ku hişk dikin û dikutin.

Awejê

Awezê. Gundekî nêzî gundê Merge ye li Başûrê Kurdistanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!