Bêxal
Sade. Befra spî. Ava pak. Navê seyrangehekê ye li nêzî Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Berhan
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Mizgîn
Mujde. Mizgînî. Nûçe û peyameke dilxweşker.
Rîbar
Rûbar. Çem.
Rendê
Rindê. Keça jîr û peyt.
Perûnî
Çiyayek e li ser sînorê Îran û Îraqê di navbera Deretifê û çemê Şûşmê li Hewraman li Rojhilatê Kurdistanê.
Gazîn
Gazindekirin. Gilî û gazinde. Derdedilkirin.
Rajane
Giyayek e ku wek derman jî tê bikaranîn.
Kewyar
Yara wek kewê şilûmil.
Evîndar
Aşiq. Dildar.