Arbako

Arbebako. Navê pehlewanekî bûye di serdema Madan de.

Hesna

Navê hozeke Kurd e li Cizîr û Botanê.

Spêran

Pirjimara Sper. Derdora wê çeper e. Gundek e di navbera Xweşaw û Kelatê li herêma Sine.

Aşna

Nasyar. Naskirî. Dost. Yar.

Egrîce

Bisk.

Gawero

Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê.

Zeben

Zor. Zêde. Cihê pir ji qamîş.

Erdem

Navê eşîreke Kurdan bûye li Bakûrê Kurdistanê.

Rexsan

Bixwe cîbicîbûn. Xobexo wedîhatin.

Melo

Qewdeke gulê ku dikin diyarî. Koşeke giyayê ku hatiye dirûn.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!