Hêşîn
Hertim şîn. Hertim kesk.
Raye
Kêrhatî. Hed.
Gulebax
Gula Mihemedî. Sorguleke bêhnxweş a buharî ye.
Gelale
Pêşnivîs. Dariştina nexşeya kar an şer an ... hwd.
Lence
Lencewlar. Rêçûna naznazî.
Karox
Çiyayekî asê ye wek sûreke mezin, ketiye pişt gundê Botê li Başûrê Kurdistanê û heman kardox e.
Sehen
Sîber. Sî. Sermaya tund. Zêcama nanxwarinê. Siya tije ya darê. Navê cureyeke tiriyê ye ku “sehenî” jî dibêjnê.
Kirmaşan
Yek ji bajarên kevnar ên Kurdistanê, ku berî serdema Sasaniyan hatiye avakirin.
Berkaw
Quntara çiya. Berbiniya çiya.
Şadîk
Zaroka ku dilxweşkera malê ye.