Xane
Xanê. Navê kevn ê bajarê Pîranşarê ye li Rojhilatê Kurdistanê.
Simko
Serokekî Kurd e ku ji bo standina mafê Kurdan li dijî du deshilatên Qacarî û Pehlewî şer kir. (1887 Kelha Çariyê-1930 Şino).
Rêbar
Rêbwar. Rêvîng. Kesê ku ketiye rê û diçe.
Kenîle
Keça piçûk. Sernavê straneke hewramî ye.
Girîvan
Girê pasewanan. Gundek e li herêma Duhokê li Badînan a Kurdistanê.
Firîşk
Peşkê avê. Pirîşk. Hêvinê penîr. Şîlawk. Şîlavk.
Hemê
Kurtkiriya navê Hemîd e.
Havî
Biyanî. Namo. Nenas.
Azîz
Ezîz. Hêja. Xweşdivî. Hezkirî.
Xwedêda
Xudêda. Xwedêda. Kesê ku Xwedê ew çêkiriye. Xwedê ew daye.