Awejê
Awezê. Gundekî nêzî gundê Merge ye li Başûrê Kurdistanê.
Cihgir
Cîgir. Cêgir. Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre.
Asa
Paşgira peyvekê ye bi wateya wek, wekî. (Palewan asa hestaye ser pê).
Şatû
Tûyê sor ê şirîn û avdar.
Canyar
Mirovdost.
Dasîle
Dasa piçûk.
Kapo
Hêlûna baldaran.
Zargeş
Qisexweş. Rûxweş.
Rewêje
Ew tîxeya ku kevçiyan pê çêdikin.
Xemlê
Bixemil. Rengînî. Ciwanî.