Mawiyan
Gundek e li herêma Bêlewar li rexê Kamiyaranê li rojhilatê Kurdistanê.
Olke
Melbend. Meydan. Qad. (Le olkey ciwaniya ger lafî şahî lê bidey lêt dê. Fayiq Bêkes).
Şaciwan
Şahê bedewan. Keç an kurê bedew û xweşkok.
Nêçîrvan
Kesê ku nêçîrê dike. Kesê rawê dike.
Ava
Avakirin. Çêkirin. Avabûn. Avabûna tavê.
Firya
Hawar û dad. Yarmetî. Firyakewtin. Çûna bi hawara kesê de. Gihîştin di dema xwe de.
Gorî
Sedeqe. Qurban. Fîda. Feda.
Bilûr
Şimşala şivanan.
Ada
Telika kerwîşkê. Bijarkirina giya. Alaxkirin.
Pirnaz
Nazdar. Yê ku zêde naza dike.