Berjene
Bere meşke. Rûnê meşkê.
Armanko
Navê kelhekê bûye li Bakûrê Kurdisatanê ku Asûriyan sala 254an a zayînî ava kirine.
Darçîn
Qalkê darekî ye ku tama wê tîj û bêhna wê xweş e.
Dilgeş
Dilxweş. Hêvî di dil de.
Rojbîn
Kesê ku rojê dibîne.
Jerêje
Cihê ku zêde kew lê hebin. Navê gundekî ye li quntara çiyayê Kosalan li Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê.
Rewrrewk
Tirawîlke. Serab. Cihê ku ji dûr ve wek avê dixuye, lê dema nêz dibî dibînî ku ne av e.
Bijwên
Zewiya ku zêde giya û çêre tê de hebe.
Sorik
Çiyayek e li hemberî çiyayê Sefîn li rexê Şeqlawe.
Qesrî
Qesrîn. Sirêbirî. Tevizî.