Wane
Paşgir e wek: Lûtewane (Xezêm, Xizêm). Destewane (lepik). (Le lay wane: Le lay ewane. Li ba wan e).
Rewşen
Ronahî. Diyar. Berçav.
Seran
Mirovên baş.
Kezîn
Kezan. Keskan. Qezwan. Xemilandin.
Nehrî
Cureyek tiriyê spî ye. Rûbarê mezin. Navê herêmekê ye li Kurdistanê, ku şêxên mezin li wir hene û bi şêxên Nehrî navdar in.
Ayîsan
Hilbûna agir. Pêxistina agir.
Kakî
Kake. Biragewre. Deşta rast û text.
Nîştiman
Welat, Serzemîn. Ser`erd.
Arwa
Navê firişteyekê ye di ola Zerdeştî de.
Gulşah
Şahê gulan.