Zîlan
Navê eşîreke mezin e li herêma Wanê li Bakûrê Kurdistanê. Navê deştekê ye li milê bakûrê herêma Ercîşê li Bakûrê Kurdistanê.
Qesrî
Qesrîn. Sirêbirî. Tevizî.
Qerenaz
Teyrek e ku li qeraxa avê dijî.
Xetan
Destewajeya hezkirina dê û bavan e bo zarokên xwe.
Cema
Cejnkeke dînî ya êzidiyan e.
Gaware
Dola Gawiran. Gawere. Çiqek in ji hoza Goran li Kirmaşanê. Di koka xwe de (Gawirderre) bûye, wate: Dolek ku Kurdên Goran li derdorê jiyabin.
Tîrêj
Tîşk. Tîrojk.
Serko
Serkone. Lome. Sexerbirin.
Bijwîn
Paqij.
Ciwamêr
Camêr. Xweşmêr.