Benistan
Gundekî ser bi herêma Badînan e li Başûrê Kurdistanê, ku eşîra Rêkanî lê dijîn.
Lawo
Kuru!. (Wisa neke lawo).
Rezan
Pirjimara rez. Tirî. Navê taxekê ye li bajarê Sine ku bi kûçerezan navdar e.
Hemzel
Leyîzek e ku desteyek xwe ditewînin û desteyeke din jî di ser pişta wan re baz didin.
Garosa
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.
Kacîne
Deşta ku girên piçûk tê de hebin.
Lîna
Kûpeyê mezin ê şerabê.
Ewece
Hewce. Pêwîst.
Helkewt
Hilkeft. Derfet. Derfetên ku kêm têne pêş.
Resa
Lêvrêj.