Şîrwan
Navê bajarekî Xorasanê ye. Di farsî de wateya parêzerê şêr dide (şîrwan. Şîrban).
Cengîn
Bi hev re cengîn. Bi hev re şer kirin.
Belalûk
Balûka ku li ser destê mirovan şîn dibe.
Xasê
Xas. Baş.
Bamezrê
Navê gundekî ye li Akrê.
Sînem
Sîmen. Tiştek ku ji zîwê hatibe çêkirin.
Semsûr
Bajar û herêmeke kevn e li Bakûrê Kurdistanê ku çiyayê Nemrûd himbêz kiriye û Ermenî jî tê de dijîn. Tirkan navê wê guherîne û kirine Adiyaman.
Şedelar
Kofîxwar. Îşare ye bi jineke xanûman û bedew ku şede (kofî) serê xwe alandibe.
Egrîce
Bisk.
Rezan
Pirjimara rez. Tirî. Navê taxekê ye li bajarê Sine ku bi kûçerezan navdar e.